Ana Sayfa Gündem 12 Eylül 2020 7 Görüntüleme

12ê Îlonê, rojek ji rojên bêyom

Îkram Oguz – [email protected]

Di hîmê dewleta Tirk da jî edlayî û wekhevî, aşitî û demoqrasî cîh nagre. Jiber ku hîmê wê li ser red û înkara Kurdan, li ser dijbertîya karker û xebatkaran hate avêtin. Ji roja ewil da zimanê Kurdan hate qedexekirin, hebûna wan hate înkar kirin. Di navbera Tirk û Kurdan, di navbera karker û karmendên Tirk da wekhevîyek çê nebû. Cara yekem, sedem nerazîbûna Kurdan lerizî. Qul û qelîştekên tê da çê bûn, bi xwîn û hestîyên Kurdan va hate pîne kirin.

Li Pîran û Gelîyê Zîlan, li Çîyayê Agirî û Dersimê xwîna Kurdan rijîya û mîna avên çeman herikî. Bi sed hezaran Kurd hatin kuştin, zarok û zêçên wan sêwî man, kesên rayedar hatin sirgûnkirin. Piştî komkujîya Dersimê, bêhn li Kurdan çikîya û bêdengîyek dest pê kir. Bi têkçûna Kurdan ra, rê li ber partîyên sîyasî vebûn, mizgînîya wekhevî û demokrasîyê hate dayîn.

Dîvar û arikên rejimê guherîn, lêbelê hîm di cîhê xwe da ma û zilm û zordarî jî bi rengekî din berdewam kir. Kîngê ku di navbera hîm û arik da bêahengîyek rû da, paşayên ku serpîyên wan bi hîv û stêrkên zêrîn xemilandî, bi tank û topan derketin kûçe, kolanan û hîmê rejimê parastin.

Di 27ê Gulanê da rê li ber xwe vekirin û dûra 12 Adarê û 12 Îlonê li pey hev qewimîn. 12ê Îlonê jî ji wan rêjên bêyom yek bû. Tirkên demoqrat û pêşverû daw û doza demoqrasîyê… Gelê Kurd jî daw û doza mafê xwe yê netewêyî û azadîyê dikir. Hîmê ku ji edlayî û wekhevîyê, ji aşitî û demokrasîyê pêpar, dilerizî. Bayê demokrasîyê li derî û pencereyên rejimê dixist. Di rewşeke wusa da, parêzgerên rejimê di destpêka roja 12 Îlonê da, bi darbeyek faşît û hovane dest dan ser rêvebirîya dewletê.

TIRKÎYE BÛ ZINDANEK SERVEKIRÎ

Bi tank û topan gelê Tirk û Kurd dorpeç kirin. Tirkîye bû zîndanek servekirî û di wê zîndanê da zilm û zordarîyek bêpîvan dest pê kir. Kilîda reş li derê parlamentoyê, li derê partîyên sîyasî, sendîka, komel û însîyatîfên sivîl hate xistin. Xêncî istikrar pênc paşayên ‘sertepik’ di civakê da tu dengek dernediket.

Ji wan cuntayek hatibû avakirin, gotinên wan qanûn, kirin û kiryarên wan jî bê pîvan bûn. Karker û xebatkar, rojnamevan û nivîskar, xwendekar û ronakbîr bibûn nêçîr, ew jî bibûn nêçîrvan. Lisana wan kê bixwesta, li pey wan diketin. Bi mîlyonan kes binçavkirin. Di derheqê wan da doz vekirûn û ew darizandin. Bi deh hezaran Tirk û Kurd ji hemwelatîya Tirkîyê avetin.

Bi demografîya Kurdisanê ra lîstin û bi deh hezaran kes ji gund û bajarên xwe hatin sirgûn kirin.
Di bin îşkenceyên giran da û di girtîgehan da bi hezaran kes hatin kuştin. Di derheqê 420 kesan da cezayê dardakirinê hate dayîn û 50 kes hatin infaz kirin, ku ji wan yek jî Erdal Erenê 17 salî bû.

Bîlançoya 12ê Îlonê bîlançoyeke giran û dirêj e. Ew bîlanço ne di makaleyek da, ne jî di nav pelên pirtûkek qalin da tê bi cîh kirin. Di ser darbeya 12ê Îlonê ra roja çil salên dirêj derbas bûn. Kal û pîrên wê demê dinya xwe guhartin. Keç û xortên wê demê hatin girtin, kal û pîr bûn, ku ez jî ji wan yek im û di 18 salîya xwe da hatim girtin û di heps û zîndanê da min jî qasî têra xwe zilm û zordarî dît.

GOTINÊN PAŞAYAN QANÛN BÛ

Zarokên ku piştî wê rojê çavên xwe li dinê vekirin, îro, bûn çil salî. Roj sınır, her pênc paşayên ‘sertepik’, kirin û kiryarên xwe anîn cîh û wek zebanîyên dojehê, hemû derîyên zîndana servekirî girtin û kilîda wan teslîmî peyrewên xwe kirin. Ji wan hinekan di dîwarên zîndana servekirî da çend pencereyen piçûk vekirin, hinekan jî li ser boyaxa derî û pencereyên zîndanê ra, sîqala birqandî kişandin.

Di nav salan da rengê derî û dîwarên zîndanê, careke din ji alî derva va hate guhartin. Lêbelê hundur tarî, zilm û zordarî, neheqî û bêedlayî ya zîndanê bêtir zêde bû. Di dema 12ê Îlonê da gotinên Cunta ya ku ji pênc paşayan pêk dihat, qanûn bû. Îro her gotina ku ji devê Siltanê bêkoloz derdikeve qanûn e. Di dema 12ê Îlonê da, dewleta Tirk cilde li Bakûrê Kurdistanê zilm û zordarîya xwe ya bêpîvan li gelê Kurd dikir. Îro zilm û zordarîya dewleta dagirker, di bin rêvebirîya Siltanê bêkoloz da, li jor û jêr a binxetê jî li Gelê Kurd tê kirin.

Di dema 12ê Îlonê da Kurdistan zîndaneke servekirî, îro bûye dojeh… Siltan di wê dojehê da karê hemû zebanîyan bi serê xwe deriye tîne cîh û bi kirin û kiryarên xwe yên hovane, heta rehmetê jî li zebanîyên dema 12ê Îlonê dide xwendin.

Gazete Duvar

hack forum warez forum hacker sitesi gaziantep escort gaziantep escort Shell download cami halısı cami halısı cami halısı cami halısı cami halısı beylikdüzü escort bitcoin casino siteleri
hack forum forum bahis onwin fethiye escort bursa escort meritking meritking meritking meritking giriş izmit escort adana escort slot siteleri casibomcu.bet deneme bonusu veren siteler deneme bonusu veren siteler Tarafbet izmir escort istanbul escort marmaris escort