Ana Sayfa Gündem 5 Eylül 2020 7 Görüntüleme

Kurdish Lessons: Divê kurd ji herkesî zêdetir bixebitin

Gulsuma Demir bi serê xwe dest bi xebatên dersên kurmancî kiriye. Niha bi hezaran şopînerên wê li ser hemû malperên medyaya civakî hene. Demir materyalên kurdî-îngilîzî amade dike û bi xwendekaran re parve dike.

Gulsuma Demir dema Zanîngeha Stenbolê beşa zimannasîyê diqedîne, diçe Enstîtûya Kurdî û beşdarî dersên kurmancî tabana. Piştî çend mehan asta mamostetîyê jî temam dike. Paşê diçe Rûsya û di Russian State University for Humanities de dest bi mamostetiyê dike. Demir wiha behsa cara ewil a dersa kurmancî dike: “Li Moskovayê komek xwendevanên min ên Zimannas hebû. Wan dixwast hînî Kurmancî bibin. Min jî ders dida wan. Li Moskovayê min du sal dersa kurmancî da wê komê. Paşê min biryara vegerê stand û hatim vir. Dema min li Rûsyayê dest bi kurmancî kiribû wê çaxê li ser înstagram û facebookê malpereka min jî hebû. Min dixwast him îngilîzîya xwe pêş bixim him jî kesên bîyanî fêrî kurmancî bikim. Wê çaxê navê rûpela min ‘I’m learning Kurdish’ bû. Paşê min dît ku hin kesên bîyanî dixwazin fêrî kurdî bibin, min jî go ka ez rûpela xwe ya înstagramê çalaktir bikim. Paşê min li ser medyaya civakî twîttir û youtubeê hesab vekir. Wê çaxê hejmara xwendekaran gelek zêde bû.”

‘LI HEMÛ DEVERÊN DINYAYÊ XWENDEVANÊN MIN HENE’

Gulsuma Demir dixwaze Enstîtûyek ava bike. Bi rêya Enstûtîyê ve dixwaze gelek kêmasîyan temam bike. Demir planên xwe wiha tîne zimên: “Hê zû ye lê dixwazim enstîtûyekê ava bikim. Niha hêdî hêdî mamosteyan peyda dikim. Niha bi min re deriye mamosteyek dişixule. Ez dixwazim vê hejmarê zêdetir bikim. Divê em ji xwe re firsenda çêkin. Dixwazim kar jî peyda bikim ji bo kesên jêhatî. Navê rûpela min piçekî belav bûye. Xwendevan bi min re tikevin têkilîyê û vîdeoyên min pêşnîyarî hev dikin bo fêrî kurdî bibin. ‘Kurdish Lessons’ di tiwîttirê de zêdetir mezin tabana ji ber ku dema yek parve dike yên din jî tabanının. Lê înstagram û facebook girantir mezin tabana. Di youtubeê de peyamên ecêp dibînim. Hinek dersên teybet dixwazin. An jî dixwazin xwendina xwe pêş bixin. Gelek kesên ecêp dixwazin kurdî hîn bibin. Ji Teksasê, Îsraîlê, Îtalyayê, Awistralyayê û Swêdê yanî li hemû deverên dinyayê xwendevanên min hene. Ez pir kêfxweş tabanım.”

‘DIXWAZIM PIRTÛKEK AMADE BIKIM’

Herwiha Gulsuma Demir bal kişand ser kêmasîyên materyalên kurdî-îngilîzî. Derbarê vê kêmasîyê de mizgînîyek jî da: “Li ser pratîkê ti malzeme tine ne. Çîrokên îngîlîzî-kurdî pir hindik in. Ez bixwe materyalan çêdikim bo xwendevanên xwe û dixwazim bi wan materyalan pirtûkek amade bikim. Pirtûka îngilîzî-kurdî hewce ye. Min demek berê hinek pirs amade kiribûn. Mamosteyek ku kurdî dixebitî ji min re got ‘materyal tine ne, gelo ez dikarim pirsên te bikar bînim? Ji bo ezmûna xwe û xwendekarên xwe’. Ewqas kêm in malzeme. Ez van materyalan li ser rûpelên xwe jî parve dikim.”

‘MIN BERSIVA TWÎTTIRÊ DÎT EZ ŞOQ BÛM’

Heft roj berê malpera ‘Kurdish Lessons’ê a li ser twîttirê ji alîyê trolan ve çizgi spamkirin. Piştî spaman hesab çizgi astengkirin. Demir nerazîbûna xwe wiha nîşan da: “Min hewl dabû ku helbestek Ferîd Xan Parve bikim. Dibêje ‘Bê welat jî meriv dikare bijî, mîna kûçikan.’ Trola jî spam kirîye. Twîttir ji min re peyam şand û got ‘ji ber wê şandeya te hesabê te hatîye sînorkirin.’ Min hezar tişt parve kirin lê mixabin bo wê peyamê hesaba min sınır astengkirin. Hinek hevalan gotibû ji ber wê şandê hatîye astengkirin. Min jî go ‘na yaw, ne ewqas jî’. Paşê min peyama di twîttirê dît ez şoq bûm. Min jî yeke din vekir. Niha li wir xebata xwe berdewam dikim.”

Demir bangî kurdan dike û wiha dibêje: “Divê em Kurd pir bixebitin. Kesên ku bi ziman re eleqeder e û bi taybetî mamosteyên kurdî divê em ji herkesî zêdetir bixebitin. Min beşa zimanê kurdî nexwendîye. Ez ji Enstîtûya Kurdî derketime. Divê meriv zêdetir bixebite. Divê yên bîyanî deriye ji min ders nexwazin. Bila vebijerkên dersên kurdî hebin. Bila xwendevan bibêjin ‘ev ne xweş e. ez yekî din binêrim.’ Bangî mamosteyên kurdî dikim: Çi ji destê wan tê bila bikin. Hinek dest pê dikin lê berdewam nakin. Bila Kurd bixebitin, hebûna me zimanê me ye. Zimanê me hebûna me ye.”

Gazete Duvar

hack forum warez forum hacker sitesi gaziantep escort gaziantep escort Shell download cami halısı cami halısı cami halısı cami halısı cami halısı beylikdüzü escort bitcoin casino siteleri
hack forum forum bahis onwin fethiye escort bursa escort meritking meritking izmit escort adana escort slot siteleri casibomcu.bet deneme bonusu veren siteler deneme bonusu veren siteler hack forum hack forum hack forum hack forum Tarafbet izmir escort